Şandina balefirên Amerîkayê bo Hewlêrê dest pê kir
Ji aliyekî din ve berpirsekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji ajansa nûçeyan a Fransayê re got: ‘’Balefirên me yên şer ji Hewlêr û kenndavê baregahên DAİŞ’ê yên li Sûriye û bakurê İraqê bombardiman dikin.
Hêjayê gotinê ye berî niha jî Berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kiribû ku 125 şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê ji bo çavdêrîkirin û raganîzekirina balefirên şer ên Amerîkayê li Hewlêrê ne.
Kîrby ragehand ku hedefa wan ji niha pê ve serkirdeyên DAİŞ’ê ne û got: ‘‘Hûn dikarin li bendê bin ku em dê di rojên dahatû de li hember DAİŞ’ê êdî ji xwe parastinê derbasî êrîşê bibin.’‘
Kirby da zanîn ku heta niha serkirdeyên DAİŞ’ê di nav hedefên wan de nebûn û wiha axifî: ‘‘Hûn dê li Iraqê hewldanên bêhtir ji bo êrîşê bibînin. Lê bêguman dema hûn li pêy şebekeyeke bi vî awayî bin, yek ji tiştên divê ku hûn bişopînin jî qebîliyeta hêza birêvebirin, kontrol û fermandariya wan e.’‘
Basnews
