Hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî dike
Civînê daxwaz ji welatên erebî kir ku, wezîfeya xwe ya mirovî li hember koçberan eda bikin ku, beşek mezin jê kurdên êzidîn e û beşek ber bi çav jê mesîhî û erebên sine yên deverên Nînewayê ne.
Hikûmeta herêma Kurdistanê daxwazê ji civaka navdewletî dike ku, alîkariya wê bikin daku ew jî bikaribe weke pêwîst alîkarî û hevkariya pêşkeşî wê hijmara zêdeya koçberan bike ku, ji encamê êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser Şingal û Deşta Nînewayê ber bi herêmên aramêm herêma Kurdistanê hatine û bi taybetî li wîlayeta Duhokê bi cî bûne û demsala zivistanê jî ber derîye.
Di civînê de behsa destpêkirina sala nû ya xwendinê û rewşa koçberên di avahiyên xwendingeh û dibistanan de dijîn hat kirin û di vê çarçoveyê de biryar hat dan ku, dest bi avakirina kampan bê kirin daku avahiyên xwebdingeh û dibistan vala bibin û sala xwendinê bi awayekî asayê dest pê bike.
Civînê biryar da hevkariya walî û aliyên peywendîdarên wîlayeta Duhokê bikin daku bikaribin weke pêwîst rûbirûyê pirsa koçberan bibin û ji bona vê yekê jî biryar hat dan civîneke din li Duhokê bê saz kirin daku ji nêzîk dîtin û fikrên aliyên peywendîdarên wîlayeta Duhokê li ser rewşa heye bizanin.
Biryar hat dan aliyên peywendîdarên hikûmeta herêman Kurdistanê digel rêxistin û komeleyên navdewletî hevkarî û hevahengiya timam hebe û şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li ser rewşa koçberan digel hikûmeta Îraqê gotûbêjan bike, ji ber ku ev kirîza însanî di warê mihtacî û mezinahiya xwe ve gelek ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e û divê hikûmeta Îeaqê wezîfeyên xwe yên destûrî û qanûnî cîbicî bike.
Civînê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya xelkê Kurdistanê bigiştî û wîlayeta Duhokê bi taybetî kir ji bo wê alîkariya her ji roja yekem pêşkeşî koçberan kirî û dikin.
