Pisporekî Çînî: Derfetek stratejîk ketiye destê Kurdan
Pisporekî lêkolînvanê Efrîqa û rojavayê Asya li Ekademiya Çînî bo zanistên civakî radighîne ku meseleya Kurd ku çarem mezintirîn netewa rojhilata navîne her bilind dibe û rikberekî nûye li rojhilata navîn. Bi dîtina wî derfetekî din ya stratejî ketiye destê Kurdan.
Tang Çî Çaw, pisporê Çînî gotareke xwe bi navnîşana “Buhara erebî bûye bi buhara Kurdî” di malpereke Çînî de belav kiriye û têde behsa rastiya niha ya gelê Kurd dike.
Tang Çî Çaw dibêje: Êrişên rêxistina DAIŞ bo ser Herêma Kurdistanê bûye sedema wê yekê ku civata navdewletî hevkariyê pêşkêşî herêma Kurdistanê bike, heya ku soziya Çîniyan jî bi aliyê xwe ve kişandiye.
Pisporê Çînî dibêje: Pirsa Kurd ku hertim di bilindbûnê de ye rikberekî nûye li rojhilata navîn ku pêwîste Çîn jî rûbirûyê vê yekê bibe.
Tang Çî Çaw gotiye: Di dîrokê de Kurd çend derfetên zêrîn bo serxwebûnê ketiye dest, baştirîn ew derfetane jî qonaxa piştî şerê cîhanê ya yekem bûye, lê mixabin ew derfet ji destê Kurd derçûye. Piştre jî di salên 1991 – 2003 di navbera her du şerên Emerîka li Êraqê ew derfet derketiye pêş. her weha mirov dikare bêje derfetekî stratejî ya din ketiye destê Kurdan, bo vê jî mirov dikare bêje ku buhara erebî a sala 2011 hate guhartin û bû bi buhara Kurdî.
Pisporê li ekademiya zanistî Çînî ew jî diyar kir ku: Li gel kûrbûna milmilaneya nava Êraqê, derfeta serxwebûnê hatiye pêş Kurdan , her weha ew çekên ku Emerîka û Ewrupa rasterast didin Kurdan jî weku amajeyekî giringe bo guherîna siyaseta rojava beramber bi Kurd. Gelek dibêjin êdî cudabûna Kurd xew nîne.
Li dawiya gotara xwe de Tang Çî Çaw dibêje: Bi kurtî, Pirsa Kurd gelekî aloze û pêwendiya wê bi berjewendiyên emnî û netewî yên Çînê û asayîş û seqamgîriya navdewletî û mirovî ve jî heye, Çîn jî ji bilî rûbirûbûna rasterast li gel vê pirsê wekî din çi bijardeyekî dinê li ber destê wê tune ye.
Xendan
