Heyder Ebadî fermana rawistandina êrişên asimanî li dijî DAIŞê da
Serokê wezîrên Iraqê Heyder Ebadî duh li Bexdayê di civîna li ser rewşa koçber û penaberên ku ji ber şer neçar mane ji mal û warê xwe birevin, got, ku bila sindoqek ji avakirin û çêkirina wan deverên ku ji ber şerê DAIŞê zirar dîtine bê avakirin.
Heyder Ebadî her wiha da zanîn ku ferman daye artêşê ku hemû êrişên hewayî yên li ser deverên sivîl ên ku di destê DAIŞê de ne bên sekinandin ji bo ku sivîl zirarên nebînin.
Li ser rewşa xwendevanên ku ji ber şer nikarin xwendina xwe bidomînin jî Ebadî got, hikûmeta dê hinek çareseriyên bilez ji bo vê yekê bibîne.
Civîna li ser rewşa koçber û penaberên Iraqê îro li Bexdayê û bi beşdariya Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Encumena Bilind a Îslamî Emmer Hekîm û hinek rayedarên din ên siyasî dest pê kir.
Rudaw
