• Sunday, 15 February 2026
logo

Şêwirmenda Esed: Sûriye dê balafirên amerîkî bîne xwar

Gulan Media September 14, 2014 Nûçe
Şêwirmenda Esed: Sûriye dê balafirên amerîkî bîne xwar
Şêwirmenda siyasî û ragihandinê ya serokê Sûriyê diyar kir ku egera wê yekê heye ku artêşa welatê wê balafirên şer ên amerîkî bîne xwar eger hat û Amerîka bêy hrvahengî ligel hikûmeta Sûriyê derbe li DAIŞê dan.

Buseyna Şeiban di hevpeyvînekê de ligel televîzoyna CNN a amerîkî ragihand ku, divê Amerîka hevahengiyê ligel Şamê bike derbarê şerê terorê de bi tayberî lêdana çeperên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞê, li Sûriyê.

Şeiban diyar kir ku, eger hat û balafirên şer ên amerîkî bêy hevahengî ligel hikûmeta Sûriyê çeperên DAIŞê li wî welatî topbaran kirin, nedûre ku artêşa Sûriyê li wan balafiran bide û wan bîne xwarê.

Roja 10ê Îlûnê, Serokê Amerîka Barack Obama stratejiya welatê bo ji nav birina rêxitsina DAIŞê aşkere kir û ragihadn ku, dê balafirên şer ên amerîkî çeperên DAIŞê li Sûriyê jî topbaran bike.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, Şam razî nabe ku bêy hevahengî ligel wê ti operasyon li ezmana wê were encamdan. Lê Amerîka bi zelalî diyar kir ku ew dest naxin destê hikûmeta Sûriyê de bo rûbirûbûna DAIŞê, ji ber ku ew dibînin ku rejîma Sûriyê yek ji sedemên derketin û geşbûna DAIŞê ye.

Buseyna Şeiban amaje kir jî ku, eger Amerîka hevahengiyê ligel Sûriyê bike di şerê DAIŞê de, dê Amerîka sûdek mezin bibîne, herwiha rexne li stratejiya Obama di wê barê de girt û gor: “Pilana Obama ne lojîkî ye û gelek kêmasî tê de hene.”

Şêwirmenda Esed daxwaz ji Oabam kir ku stratejiya xwe ya ji nav birina DAIŞê ferhetir bike da “Grûpên terorîst ên Sûriyê” jî li xwe bigire, wek amajeyekê bo grûpên şervan ên mixalefeta Sûriyê, ku rejîm wan bi “Grûpên terorîst” bi nav dike.

Basnews
Top