• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞê serê yekemîn welatiyê brîtanî jêkir

Gulan Media September 14, 2014 Nûçe
DAIŞê serê yekemîn welatiyê brîtanî jêkir
Rêxistina DAIŞê serê yekemîn welatiyê Brîtayayê jêkir ku beriya niha gefa kuştina wî xwaribû. DAIŞ gefa kuştina brîtaniyekî din jî dixwe.

DAIŞê vîdyoyek weşand ku tê de serê welatiyekî brîtanî bi navê David Haines jêkiriye, ku ev yekemîn welatiyê brîtanî ku ji aliyê rêxistina DAIŞê ve bê kuştin.

Di vîdyoyê de rêxistina DAIŞê gefa kuştina brîtaniyekî din jî dixwe û David Haines neçar dikin ku bêje Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron perpirsê mirina min e.

Piştî weşandina vîdyoyê, David Cameron kuştina wî welatiyê brîtanî pişt rast kir û ragihand ku kuştina David Haines karekî qirêj e.

DAIŞê beriya niha di vîdyoya serjêkirina rojnamevanê amerîkî Steven Sltoff de gefa kuştina wî welatiyên brîtanî jî xwaribû.

David Haines 44 salî bû û sala 2003 ji Sûriyê hatibû revandin û nêzîkî salekê di destê wê rêxistinê de bû.

Rudaw
Top