Adil Ebdulmehdî: dê arîşeya petrolê bi herêma Kurdistanê re çareser bikin
Berpirsê nivîsgeha taybetî ya wezîrê petrola Iraqê Haşim Husên ragihand, ku wezîrê petrola Iraqê Adil Ebdulmehdî pilanek taybetî heye, ji bo çareserkirina arîşeya petrolê bi herêma Kurdistanê re. weha jî got: pilana han beşeke serekîya karkirina wezîrê petrolê ye.
Weha jî da zanîn, ku arîşeya petrolê ji bo wezîr xuya bûye û dê di maweyekî diyarkirî de, arîşeyên han bihên çareserkirin.
Haşim Husên weha jî da xuyakirin, ku wezîr dizane ku ew li herêma Kurdistanê kesekî xweştivî ye û hevwelatî yên Kurdistanê jî li cem wî xweştivî ne.
