Di hilbijartinên Swêd yên sibe de 28 namzetên Kurd jî hene
Berbijarê kurd bo Parlamentoya Swêdê, Lawîn Rêdar ragihand: “Bi armanca ku ew bizav û çend karên baş di xizmeta Kurdistanê de bikin, hejmarek mezin ji kurdên niştecihên welatê Swêdê xwe berbijêr kirine bo endambûna parlamentoyê.”
Lawîn ku berbijarê Patiya Sosyal Dîmokratîk e, da zanîn: “Eger partiya me ser bikeve, dê 4-5 Kurd bibin parlamenter.”
Wî berbijarê kurd behsa bernameya Partiya Sosyal Dîmokratîk kir û got: “Em dê hewl bidin dema dibistanan zêdetir bikin da ku ew kesên ku ji derveyî welatê Swêdê tên wek kurdan gellekî bê kar nemînin.”
Herwiha behsa alîkariyên Swêdê kir bo wan koçberên ku berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Em dê hewil bidin alîkariyan li Swêdê bidin hev, herwiha emê bizavê bikin ku ji Parlamentoya Ewropayê çek bo Başûrê Kurdistanê bên şandin.”
Îsal li welatê Swêdê 4 hilbijartin birêve diçin. Yekemîn pêvajoya dengdanê ye bo Parlamentoya Ewropayê û yên din jî hilbijartinên parlamento, encumena parêzgehan û hilbijartinên Komonê ne.
Rudaw
