• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir

Gulan Media September 14, 2014 Nûçe
Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir
Êvariya duh şemî 13.09.2014 John Kerry Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiyê da Wezîrê Derveyê Amerîka behsa serdana xwe ya Bexda û hevdîtina li gel berpirsên Iraqê kir. Li peywendiya telefoniyê da her dû alî danustandina bîr û ramanên xwe yên di derbarê proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de kir. Her li vê peywendiyê da Wezîrê Derveyê Amerîka piştgîrî û hevpeymaniya welatê xwe ya li şerê dijî rêxistina terorîstî ya Da'îş ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Top