Australya bi balafiran beşdarî şerê li dijî DAIŞê dibe
Serokwezîrê Australya Tony Abbott îro, 14ê Îlûnê, ragihan ku dê welatê wî 600 leşkerên xwe belav bike, ew jî ji 400 leşkerê ji hêzên ezmanî û 200 leşker ji hêzên taybet pêk tê.
Li ser cihê mayîn û belavbûna wan leşkeran jî, Tony Abbott da zanîn ku ew her 600 leşker dê li bingeha amerîkî ya li Îmaratên Erebî bi cih bibin û belav bibin, lê dema şandina wê hêzên diyar nekir.
Abbott ragihand jî ku dê welatê wî, dê 8 balafirê ji cûreyê Super Hornet ên şerker û çend cûreyên din ên balafiran, bo karên cuda, taybet bikin û ligel wan hêzan bişînin Îmrataê.
Ev gava Ausrtalya piştî wê yekê tê ku di meha borî de alîkariyên mirovî, leşkerî û kelûpelên leşkerî gihandin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê do şerê li dijî DAIŞê de.
Navborî aşkere kir jî ku, dê tevî wan her 600 leşkeran hejmarek şêwirmendên leşkerî hebin bo alîkarîkirina hêzên iraqî û hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin.
Roja 10ê Îlûnê, Serokê Amerîka Barack Obama stratejiya welatê bo ji nav birina rêxitsina DAIŞê aşkere kir û ragihadn ku, dê balafirên şer ên amerîkî çeperên DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî topbaran bike, bo wê mebestê jî Amerîka hepeymaniyek ji 40 welatî pêk aniye, di nav wan de 10 welatên erebî û Tirkiyê jî heye.
Basnews
