Herêma Kurdistanê jî beşdarî konferansa Parîsê dibe
Biryare roja Duşemê, 15ê Îlûnê, li ser daxwaza Fransayê konferansek navdewletî derbarê Iraq û rûbirûbûna DAIŞê de li paytexta wî welatî Parîsê birêve biçe, çavkaniyekê jî ji Fermanegah Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Ajansa BasNewsê re aşkere kir ku, dê Herêma Kurdistanî jî beşdarî wî konferansî bibe.
Çavkaniya, ku navê wê li cem BasNewsê parastî ye, aşkere kir ku dê rola Kurdistanê di wî konferansî de, rolek sereke be û got: “Di nava konfransê de wê raporta Herêma Kurdistanê derbarê rûbirûbûna DAIŞê û rewşa koçberan bê xwendin.”
Derbarê şanda Herêma Kurdistanê jî di konfransê navdewletî derbarê Iraq û rûbirûbûna DAIŞê de çavkaniyê diyar kir ku dê her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi navê Kurdistanê di konferansê navborî de beşdar bin.
Basnews
