• Sunday, 15 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê jî beşdarî konferansa Parîsê dibe

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
Herêma Kurdistanê jî beşdarî konferansa Parîsê dibe
Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa navdewletî derbarê Iraq û rûbirûbûna DAIŞê de dibe, ku dê li Fransayê birêve biçe.

Biryare roja Duşemê, 15ê Îlûnê, li ser daxwaza Fransayê konferansek navdewletî derbarê Iraq û rûbirûbûna DAIŞê de li paytexta wî welatî Parîsê birêve biçe, çavkaniyekê jî ji Fermanegah Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Ajansa BasNewsê re aşkere kir ku, dê Herêma Kurdistanî jî beşdarî wî konferansî bibe.

Çavkaniya, ku navê wê li cem BasNewsê parastî ye, aşkere kir ku dê rola Kurdistanê di wî konferansî de, rolek sereke be û got: “Di nava konfransê de wê raporta Herêma Kurdistanê derbarê rûbirûbûna DAIŞê û rewşa koçberan bê xwendin.”

Derbarê şanda Herêma Kurdistanê jî di konfransê navdewletî derbarê Iraq û rûbirûbûna DAIŞê de çavkaniyê diyar kir ku dê her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi navê Kurdistanê di konferansê navborî de beşdar bin.

Basnews
Top