• Sunday, 15 February 2026
logo

Sîstanî daxwazekê ji hikûmeta Kurdistanê dike

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
Sîstanî daxwazekê ji hikûmeta Kurdistanê dike
Rêberê bilin ên şîeyên Iraqê, Elî Sîstanî pîrozbahî li pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û daxwaz kir ku hevahengî di navbera hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe.

Di gotara roja Înê de li Kerbelayê, nûnerê Sîstanî, Ehmed Safî pêşwazî li gava Parlementoya Iraqê kir bi dayîna baweriyê bi hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî, herwiha hêvî xwest ku ew hikûmeta nû di astê cîbicîkirina xwestek û daxwaziyln gelê Iraqê de be.

Nûnerê Sîstanî anî ziman jî ku, rêberê şîeyên Iraqê hêvî dike ku hevahengî û danûstandin di navbera hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Kurdistanê de berdewam bin bo çareserkirina nakokiyên di navbera her du aliyan de.

Roj 8ê Îlûnê, hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî hat ragihandin, aliyên Kurd jî 3 meh li pêş hikûmeta nû danane bo cîbicîkirina daxwazên wan, eger di wê heyamê de daxwazên wan nehatin cîbicîkirin ew dê birayrek nû derbarê mayîna xwe di hikûmeta Bexdadî de bide.

Basnews
Top