• Sunday, 15 February 2026
logo

Peşmergeyan serkeftinek mezin li Qeraçê tomar kirin

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
Peşmergeyan serkeftinek mezin li Qeraçê tomar kirin
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftineke mezin bi ser çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî, DAIŞê, li navçeya Qeraç tomar kirin, hin alî jî dixwazin serweriya wê serkeftinê ji Pêşmergeyan bistênin.

Parlementerê berê yê Iraqê, Mişaan Cibûrî li ser rûpela xwe ya tabet a Facebookê wêneyek parve kir ku tê de otombîlek derdikeve ku tije termên çekdarên DAIŞê ye, ku bi guleyên Hêzên Pêşmerge hatine kuştin.

Cibûrî nivîsiye jî, Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên amerîkî û Iraqî karîne derbeyek giran li DAIŞê bidin û wan rûbirûyê şikestinek mezin bikin.

Li gor ku wî parlementerê berê yê Iraqê nivîsiye, lê gundên Zêya Xwarê, Sebaxiye, Henke û Kîcl, DAIŞê herî kêm termê 40 çekdarên xwe bi cih hiştine.

Li ser vê belavoka Cibûrî Pêşmergeyekî wek şîrove li ser nivîsiye, Birêz Mişaan hebûna artêşa Iraqê li navçeya Qeracê nîne. herwiha balafirên amerîkî jî ti beşdarî nekiriye, bi tenê Pêşmergeyên Kurdistanê karîne 29 çekdarên DAIŞê bikujin.

Basnews
Top