Cîgira Sekreterê Giştî ya NYê hat Hewlêrê
Dîndar Zêbarî Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê got, Valerie Amos dê 3 roj li herêmê bimîne.
Şandeke pilebilind a Neteweyên Yekbûyî bi Amos re hate Kurdistanê.
Hate ragihandin, Valerie Amos tevî şanda pêre dê bi rayedarên Kurdistan û Iraqê re were ba hev û her wiha serdana kampên penaberan bike.
Li Herêma Kurdistanê, piraniya wan ereb bi tevahî ji 1 milyon û nîvê zêdetir penaber hene.
Rudaw
