• Sunday, 15 February 2026
logo

Cîgira Sekreterê Giştî ya NYê hat Hewlêrê

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
Cîgira Sekreterê Giştî ya NYê hat Hewlêrê
Cîgira Sekreterê Giştî ya NYê û Berpirsa Karên Lezgînî Valerie Amos tevî şanda pêre gihîşt paytext Hewlêrê.

Dîndar Zêbarî Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê got, Valerie Amos dê 3 roj li herêmê bimîne.

Şandeke pilebilind a Neteweyên Yekbûyî bi Amos re hate Kurdistanê.

Hate ragihandin, Valerie Amos tevî şanda pêre dê bi rayedarên Kurdistan û Iraqê re were ba hev û her wiha serdana kampên penaberan bike.

Li Herêma Kurdistanê, piraniya wan ereb bi tevahî ji 1 milyon û nîvê zêdetir penaber hene.

Rudaw
Top