• Sunday, 15 February 2026
logo

Emîrekî DAIŞê li Deşta Qeracê ya Mexmûrê hat kuştin

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
Emîrekî DAIŞê li Deşta Qeracê ya Mexmûrê hat kuştin
Emîrekî rêxistina radîkal a DAIŞê li Deşta Qeracê ya Mexmûrê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat kuştin.

Fermandeyê eniya Mexmûr-Guwêr Sîrwan Barzanî got, di şerê li Deşta Qeracê ya Mexmûrê de emîrekî DAIŞê hat kuştin.

Barzanî da zanîn, navê wî emîrê DAIŞê Ehmed Ebdok Kox e ku duh li gundê Mehmûdiyeyê yê Mexmûrê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat kuştin.

Hat zanîn ku ew fermandeyê DAIŞê ji erebên nahiyeya Geyareyê ya Mûsilê bû.


Her wiha hêzên Pêşmerge bi hevkariya hêzên parastina Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê duh karîn 6 gundên Deşta Qeracê ji DAIŞê bistînin û herî kêm 15 çekdaran jî bikujin.

Rudaw
Top