John Kerry çima serdana Kurdistanê nekir?
Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar got: ‘’Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry nîgeraniya xwe li ser hebûna hêzên Îranê li navçeyên parêzgeha Enbar, Xaneqîn, Celewla û Kerkûkê gehande Serokkomarê İraqê Fuad Mehsûm.’‘
Herwiha Kerry red kir ku hêzên esmanî yên welatên wî ligel artêşa Pasdarên Îranê li dijî çekdarên DAİŞ’ê şer bikin û daxwaz kiriye ku İraq di şerê terorê de, hevkariyê ji hêzên aştîparêz ên cîhanê werbigire û yekrêziya navxweyî biparêze.
Bi baweriya çavdêrên siyasî jî, hebûna hêzên Îranê li hinek navçeyên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê welatên bihêz ên Rojava û Amerîkayê ve guman li ser wan heye, bandoreke negatîf li doza Kurd dike. Herwiha dibêjin ku ji ber hebûna hêzên Îranê li Kurdistanê, eger heye ku Amerîka û Rojava ji hevkarîkirina şerê dijî terorê sar bibin.
basnews
