• Sunday, 15 February 2026
logo

John Kerry çima serdana Kurdistanê nekir?

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
John Kerry çima serdana Kurdistanê nekir?
Pêncşema borî Wezîrê Derve yê Amerîka hat Bexdayê û biryar bû serdana Herêma Kurdistanê jî bike, lê li gor agahiyan ji ber hebûna pasdarên Îranê li hinek navçeyên Hêrêma Kurdistanê, Kerry nehat Hewlêrê.

Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar got: ‘’Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry nîgeraniya xwe li ser hebûna hêzên Îranê li navçeyên parêzgeha Enbar, Xaneqîn, Celewla û Kerkûkê gehande Serokkomarê İraqê Fuad Mehsûm.’‘

Herwiha Kerry red kir ku hêzên esmanî yên welatên wî ligel artêşa Pasdarên Îranê li dijî çekdarên DAİŞ’ê şer bikin û daxwaz kiriye ku İraq di şerê terorê de, hevkariyê ji hêzên aştîparêz ên cîhanê werbigire û yekrêziya navxweyî biparêze.

Bi baweriya çavdêrên siyasî jî, hebûna hêzên Îranê li hinek navçeyên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê welatên bihêz ên Rojava û Amerîkayê ve guman li ser wan heye, bandoreke negatîf li doza Kurd dike. Herwiha dibêjin ku ji ber hebûna hêzên Îranê li Kurdistanê, eger heye ku Amerîka û Rojava ji hevkarîkirina şerê dijî terorê sar bibin.

basnews
Top