• Sunday, 15 February 2026
logo

Elmanya 40 pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
Elmanya 40 pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê
Hejmarek Pêşmergeyên Kurdistanê bi armanca ku li ser çekên modern û pêşketî perwerdeyê bibînin, bo Elmanya tên şandin.

Piştî ku hikûmeta Elmanya rêxistina radîkal a DAİŞ’ê xiste lîsteya reş a terorê û ragehandin ku dê bi hemû awayekî şerê wê grûbê bike; biryar e 40 pisporên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.

Di vê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Elmanyayê ragehand ku bi armanca perwerdekirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dê 40 pisporên xwe yên leşkerî bîşînin Herêma Kurdistanê.

Wezareta navbirî tekez kir ew pisporên leşkerî yên ku dê wan bişînin Kurdistanê bi tu awayekî beşdarî şerê li dijî DAİŞ’ê nabin, lê tenê wê di warê leşkerî de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê perwerde bikin.

Ji aliyekî din ve biryar e meha pêşiya me hejmarek Pêşmergeyên Kurdistanê bi armanca dîtina perwerdeyê li ser çekên modern û pêşketî û herwiha pêşxistina şiyana leşkerî bo Elmanyayê bên şandin.

Top