• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok Komarê Fransa kir

Gulan Media September 13, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok Komarê Fransa kir
Duh în 12.09.2014 François Hollande Serok Komarê Fransa li gel şandekî Hikûmeta Fransa serdana Herêma Kurdistanê kir û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li rêwresmekî taybet da hate pêşwazî kirin.

Piştî bi xêrhatinê û bîhnvedaneke kurt li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê, Serok Barzanî û Serok Komarê Fransa û şanda li gel serdana kampa koçberan ya li bajaroka Ankawa ya Hewlêrê kir û ji nêzîk ve agahdarî rewşa koçberan bûn ku li piştî êrîşa terorîstan ya li ser Herêma Kurdistanê û deşta Nînowa xwe spartin Kurdistanê û li vê kampê da nîştecîhin.

Piştî wê serdana li bajarê Hewlêrê Serok Barzanî û Serok Komarê Fransa û şanda li gel ku Loran Fabius Wezîrê Derveyê Fransa û Jan Yuvîs Lêdriyan Wezîrê Bergiriyê Fransa û Mark Barêtî Balyozê Fransa li Iraq û hejmarek şêwirmend û berpirsên Hikûmeta Fransa pêkhatibûn, civînek li dar xistin.

Li vê kombûnê da ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Serokê Fransa û şanda li gel kir û vê serdanê bi dîrokî û bi bandor wesif kir. Serok Barzanî spasiya Serok û gelê Fransayê kir ji bo bi deng ve hatin û yarmetîdan û hevkarîkirina gelê Kurdistanê û ragihand ku cihê şanaziye Kurdistan dostekî mezinê wekî gelê Fransa heye. Serok Barzanî eve jî ji bo Serokê Fransa xisterû ku Fransa li rojên dijwar de herdem li cem gelê Kurdistanê rawestaye û yarmetî û hevsoziya vê carê ya Fransa bandoreke zêde li bihêztirbûna ure û morala gelê Kurd û hêzên Pêşmerge hebûye û hevkêşeya şer jî li qazanca gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de guheriye. Serok Barzanî hewlên Fransa ji bo komkirina palpiştiya navdewletî û dirustkirina hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorê da bilind nirxand û di derbarê şerê dijî rêxistina terorîstî ya Da'îşê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Kurdistan li şerê vê rêxistinê ve heta rîşekêşkirin û ji navbirina wê de berdewam dibe.

Her li vê kombûnê da Serok Komarê Fransa spasiya Serok Barzanî kir ji bo wê pêşwaziya lê hatiye kirin û dûpata wê yekê kir ku welatê wan li palpiştîkirin û parastina gelê Kurdistanê berdewam dibê û li şerê dijî terorîstên Da'îşê da yarmetiya serbazî û miroviyên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê berfirehtir dibe û diçê qonaxekî nûtir û hevpeymaniyekî bi hêza navdewletî jî ji bo vê mebestê pêktê. Serokê Fransa behsa sazkirina kongreyekî navdewletî kir ku biryare li paşarojeke nêzîk de li bajarê Parîs ji bo çawayiya rûbirûbûn û ji navbirina rêxistina terorîstî ya Da'îş tê sazkirin û ragihand şanda Herêma Kurdistanê jî li vê kongreyê da beşdar dibê ji ber ku li rastiyê de û erzê waq'îda Kurdistan hêla rûbirûbûnêye û li gel vê rêxistinê li ceng daye.

Serokê Fransa behsa Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya ji bo parastin û hewandina hejmara zêdeyê penaber û koçberan kir û Kurdistanê jî bi mînak û nimûneyeke gelek baş wesif kir li pêkvejiyana pêkhatên olî û neteweyiyên cûr bi cûr û ragihand Fransa vê pêkve jiyana Kurdistanê bilind dinirxîne û parêzgeriyê li vê berfirehî û pêkve jiyanê dike.

Piştî kombûnê Serok Barzanî û Serok Komarê Fransa beşdarî civîneke rojnamevanî bûn û naveroka kombûnê û armanca serdana wan ji bo dezgehên ragihandinê behs kir.

Her êvariya îro în 12.09.2014 François Hollande Serok Komarê Fransa dawiyê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serok Barzanî û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate birêkirin. Hêjayî gotinêye berî bi dawî hatina serdana Herêma Kurdistanê Serok Komarê Fransa bi mebesta guhgirtin û zêdetir agahdarbûna ji daxwaz û kêşeyên koçberan li Kinîseya Mar Yusifa Ankawa li gel kesayetiyên olî yên Mesîhî û nûnerên koçberan re civiya.

Top