Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyên li her dû eniyên rojhilat û rojavayê Dîcle kir
Li dirêjahiya serdankirina bereyên rûbirûbûnê jî duh pêncşem 11.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana sengerên Pêşmerge li eniya rojavayê Dîcle kir. Li vê serdanê da Serok Barzanî destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman kir ji bo vê serkeftina mezina li çend rojên derbasbûyî de li wan navçeyan bi dest anîne û çend navçeyekî stratejî li terorîstan paqij kirin. Serok Barzanî spasî xweragiriya Pêşmerge kir û wekî zaminê azadiya Kurdistan û parêzerê gel û welat destxweşiyê li wan kir.
Li her dû serdanên eniyên rojhilat û rojavayê Dîcle Serok Barzanî guhda serinc û têbîniyên fermande û Pêşmergeyan û rênimayî û berçavrûniyên pêwîst jî di derbarê rewşa siyasî û meydanî ya bereya dijî bi terorîstan xisterû.
