Rêjîma Beşar Esed êrişî biryara Amerîkayê ya li dijî DAIŞê dike
Ajansa SANA ya rêjîma Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku DYA ji aliyekî ve daxwaza çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re dike û ji aliyekî dî ve jî biryar dide ku çek û pereyan bide “terorîstan” (rêjîma Sûriyê ji hêzên dijbereyê re dibêje terorîst).
Barack Obama di civîneke rojnamevanî de peyamek belav kir û tê de stratejiya xwe ya li dijî DAIŞê eşkere kir û da zanîn ku dê operasyon û êrişên hewayî yên li dijî DAIŞê li Iraqê bidomin û got, ev êriş dê li dijî çeperên DAIŞê “li her derî” bên kirin.
Barack Obama diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞê de nikarin bi Beşa Esed bawer bikin û ragihand, li şûna rêjîma Esed dê bi hêzên dijbereyê re kar bikin û piştgiriyê bidin wan.
Vê yekê hişt ku rêjîma Beşar Esed bi rêya ajansa xwe ya fermî êrişî siyaseta DYAyê bike û bêje: “Washington di nava siyaset û helwestên xwe yên pirnakok de diyar dike ku naxwaze şerê terorê bike ji ber ku li dijî hinek terorîstan şer dike lê hinekan jî çekar dike”.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê pêşwazî li pilana Serokê Amerîkayê Barack Obama kir û tekez jî kir ku ew bi germî piştgiriyê li pilana Amerîkayê bo perwedekirina hêzên dijbereyê û operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê dikin.
Rûdaw
