• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞ Balafirgeha Qamişlo topbaran kir

Gulan Media September 11, 2014 Nûçe
DAIŞ Balafirgeha Qamişlo topbaran kir
Rêxistina Dewleta Îslamî, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, Balafirgeha Navdewletî ya Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê bi çend gulleyên hawin topbaran kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, duh 7ê Îlûnê DAIŞê Balafirgeha Navdewletî ya Qamişlo bi çend gulleyên hawin topbaran kirin, lê qasê zirara ku gihştiye balafirgehê diyar nekir.

Hevdem balafirên çavdêriyê yên rejîma Sûriyê li ezmanê navçeyên di bin kontrola DAIŞê de li bşûrê parêzgeha Hesekê hatin dîtin.

Ev demeke ku şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Prastina Gel (YPG) û hêzên rejîma Sûriyê li dijî çekdarên DAIŞê li bajarê hesekê berdewamin.

BAS
Top