Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bo Şoreşa Îlonê
Peyama Barzanî wiha ye:
“Niha em yadê 53emîn salvegera şoreşa mezin a Îlonê dikin ku îro jî gelê Kurdistanê di şerekî çarenûsê de ye. Pêşmergeyê qehreman bi nûnertiya hemû cîhana azad li dijî terorîstan û gelê kurd jî tu carê rê nade ku terorîst û dagirker li ser îradeya wan serkevin.
Bixwebawerbûn û retkirina zilm û dagirkeriyê bingeha mezin a şoreşa mezin bû û gelê Kurdistanê bi vê serkeftineke mezin bidest xist.
Em, bi heman xwebawerî û şiyara “Yan Kurdistan Yan Neman”, her bostek xaka Kurdistanê ji terorîstan û dagirkeran paqij dikin.”
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di dawiya peyama xwe de slav li ruhên şehîdên Kurdistanê ku di şerê hemberî terorîstan de jiyana xwe ji dest daye kir.
Barzanî peyama xwe şiyara “Bijî Kurdistan” “Şehîdên rêya azadiyê bêmirin in” bi dawî anî.
