• Sunday, 15 February 2026
logo

Fransa: Emê hevkariyên leşkerî bidin hêzên ku şerê DAIŞê û Esed dikin

Gulan Media September 11, 2014 Nûçe
Fransa: Emê hevkariyên leşkerî bidin hêzên ku şerê DAIŞê û Esed dikin
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius, ragihand ku welatê wî jî amade ye di operasyonên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê de beşdar be.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius ragihand: “Eger pêwîst bû emê jî di operasyonên li dijî çedarên DAIŞê de beşdar bin. Em amadene tenê li Iraqê opersyonan bikin ji ber ku rewşa Sûriyê ji ya Iraqê cudatir e, lê pêwîst e em li herdu welatan bizavan bikin lê ne bi yek awayî.”

Laurent Fabius herwiha got: “Serokê Sûriyê, Beşar Esed naxwaze tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe ji ber ku ew di rewşeke cuda de ye li hember wan çekdaran, lewra emê hevkariyên xwe yên leşkerî bighînin hêzên dijbereyê (opozîsyon) yên ku şerê DAIŞê Beşar Esed dikin.”

Serokê Amerîkayê Barack Obama jî di peyama xwe ya îro de ragihand, ew dê li her derî êrişî DAIŞê bikin û got, ezê di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê jî dudil nebim.

Rûdaw
Top