• Sunday, 15 February 2026
logo

YPG û Arteşa Azad a Sûriyeyê dijî DAIŞê bûn yek

Gulan Media September 11, 2014 Nûçe
YPG û Arteşa Azad a Sûriyeyê dijî DAIŞê bûn yek
Duhî piştî nîvro seat 1ê, di daxuyanî û merasîmeke fermî de li herêma Kobanî, Odeya Proseyên Leşkerî ya Hevbeş bi navê “Volkana Ferat” ji aliyê 11 hêzên leşkerî yên kurd û ereb ve hate ragihandin.

Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, ku di nava wan 11 hêzan de, 8 hêz ji netewa erebin û ew ji herêmên Munbicê, Cerablusê, Reqayê ne. 3 hêz jî YPG, YPJ û Lîwai Cebhit Elekrad ji netewa kurdin û ew ji herêmên Kobanî, Munbicê ne.

Li gorî daxuyaniya Odeya Operayonê Leşkerî ya Hevbeş ku bi navê Volkana Ferat li herêma Kobanî hatibû ragihandin, armancên wan ya sereke, rizgarkirina herêmên Munbicê, Reqayê, Cerablus û Qereqozaq ji rêxistina DAIŞê ye.

Herwiha hevpeymaniya bi navê Odeya Proseyên Leşkerî ya Hevbeş, di daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetewî û hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin kiribû, ku ew bi erkên xwe rabin da ku rêxistina DAIŞê tune bikin.

RÛDAW
Top