Termên 500 kesî di goreke komî de hatine dîtin
Şêxekî erebên Sûne bi navê Xezwan el-Lehîbî di daxuyaniyekê de ragihand: “Me goreke komî dît ku termê nêzîkî 500 kesî tê de bû, ew kes zindaniyên Girtîgeha Badoşê ya rojavayê Mûsilê bûn û ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li nêzîkî navçeya Humeydiyê hatibûn gule baran kirin.”
Şêx Xezwan herwiha da zanîn: “Ev 500 kes piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê ya (10ê meha Hezeyranê) hatine girtin û ew gor ji aliyê xelkê navçeyê ve hatiye dîtin ku termên wan têkçûne.”
Duh jî, goreke komî ya êzîdiyan li gundê Birdiya ya ser nehiyeya Zûmarê ve hat dîtin. Di nav de 14 term hebûn û ji wan 5 term ên zarokan bûn, ku çekdarên DAIŞê ew kuştibûn.
Rûdaw
