• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan bi reya telefonê Masûm pîroz kir

Gulan Media September 10, 2014 Nûçe
Erdogan bi reya telefonê Masûm pîroz kir
Serokomare Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi reya telefona pêwendiyek danî Serokomarê Iraqê Fûad Masûm.

Erdogan ragihand ku li Iraqê parastina tevahiya gelan ji bo aramiya dewlete pêwiste û got ew hêvî dike pêwendiyên wan de xurtir bibi.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Serowezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê Fuad Masûm bo mebesta avakirina hikûmet nû ya Iraqê pîroz kirine.

Di daxuyaniyê hat gotin, “Em hêvî diki hikûmeta nû, gelê Iraqê hemûyan bi parezê û ji vê rewşa bêaram derbixe û polîtîkayek ji bo gel guncan bê li dar xin.”

Di daxuyaniyê de bal kişandiye ewlekariya Iraqê û hatiye gotin divê demeke kurt wezareta parastinê û ya karê navxweyî gavan bi avênjin û wiha hatiye domandin:

“Ji bo şaşiyên ji beriya niha neyên dubarakirin divê li Iraqê hemû partî bi hev re tevbigirin. Ji bo aramiya gelê Iraqê piştgiriya me dê bidome.”
Top