Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Heyder Ebadî kir
Barzanî di peyamê de wiha dibêje, “Em hêvîdar in hikûmeta nû xeletiyên hikûmetên berê neke û derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gavên çareserî bavêje ku ev yek nebîn sebebê lawazbûna Iraqê û şikestina hikûmeta nû.”
Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî :
Bi mebesta pêkhatina hikûmeta nû ya Iraqê, pîrozbahî li gelên Iraqê û serokwezîr birêz Dr. E’badî dikim û hêviya serkeftinê dikim. Hêvîdar im hikûmeta nû bibe yê hemû pêkhateyên Iraqê û bibe sebebê başbûna rewşa welat û kêşeyan çareser bike. Bi taybet jî kêşeyên asayîşê çareser bike, aramî bîne û terorê bi dawî bike.
Her wiha em hêvîdar in, hikûmeta nû ya Iraqê sûd li heleyên (xeletiyên) hikûmetên berê werbigre û bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê gavan bavêje. Divê ew kêşe nebin sebebê lawazbûna Iraqê û şikestina hikûmetan. Dûbare em hêviya serkeftinê bo hikûmeta nû ya Iraqê dikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
9ê îlona 2014
RÛDAW
