• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê pêşmerge û Konsulusê Tirkiyeyê civiyan

Gulan Media September 9, 2014 Nûçe
Wezîrê pêşmerge û Konsulusê Tirkiyeyê civiyan
Konsulusê Tirkiyeyê serdana wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê kir.

Duh Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mehmet Akîf Inam serî li wezareta pêşmerge da û li gel wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyêd Qadir û Şewirmendê wezareta pêşmerge Enwer Hecî Osman civiya.

Di civîna han de behsa rewşa hêzên pêşmerge yên li eniyên şer de hate kirin û wezîrê pêşmerge eşkere kir ku pêşmerge hêzeke nîştiman parêze lewre cîhan amadeye piştgîriya hêzên pêşmerge bike.

Di berdewamiya hevdîtina han de Konsulusê Tirkiyeyê jî jiber şerê dijî terorîstên DIŞIê spasiya hêzên pêşmerge kir.
Top