Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê: Ti fermandeyekî Pêşmerge ji kar nehatiye dûrxistin
Duh 8ê Îlûnê, Dezgehek medyayî ya Kurdî nûçeyek belav kiribû ku tê de gotibû, çend fermanderên Pêşmerge ji ser karê xwe hatin dûrxistin ji ber xemsariyê di karê xwe de.
Di vê barê de Omêd Sebah di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belav kirin ragihand ku, ti guhertinek di postên leşkerî û dûrxistina çend fermanderên leşkerî yên Hêzên Pêşmrge nehatiye encamdan û nûçeyên ku di vî barî de belav bûne bêy bingehin.
Omêd Sebah di daxuyaniyê de dibêje: “Cenabê serok Baraznî ferman derkir bo encamdana lêkolînê ligel wan kesên ku di parastina Pêşmerge û xelkê de xemsar bûn. ti cûreyên guhertin û dûrxistinê jî di wê demê dê werin encamdan gava lêkolîn bigihin encamekê û birêz Serokê Herêma Kurdistanê dê li gor encama lêkolînan û derketina rastiyan biryara guhertin û cezakirina berpirsên ku xemsarî kirine bide.”
Piştê girtina qeza Şingalê ji aliyê çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî ve, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, Barzanî biryar da ku lêkolîn li ser vê bûyerê bê kirin da kesên ku xemsarî kirin di vê bûerê de werin cezadan.
Parlementoya Kurdistanî jî li gor fermana Baraznî komîteyeke lêkolînê pêk anîbû, li gor daxuyaniya Omêd Sebah jî heta niha ew komîte li ser karê xwe berdewame.
Basnews
