• Sunday, 15 February 2026
logo

Kurd hêşta biryara beşdarbûn di hikûmeta Iraqê de nedaye

Gulan Media September 9, 2014 Nûçe
Kurd hêşta biryara beşdarbûn di hikûmeta Iraqê de nedaye
Civîna navbera aliyên siyasî yên kurd û şanda NYê û DYAyê ya li Silêmanî bi dawî hat. Şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) û DYAyê ji navenda sereke ya Tevgera Goranê vegeriyan. Lê civîna navbera pênc aliyên kurd hê berdewam e.

Li gorî agahiyên ku gihîştin, civîna navbera aliyên siyasiyên kurdan hê didome û dê biryar bête dayîn ka beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin an na.

Nunerê NYyê û nûnerê DYAyê piştî civînê li gel aliyên kurdên siyasî ku beşdarî civînê bûbûn derketin derve û ragihandin ku, hêvîdar in hikûmet bê sazkirin û îşev derbarê damezrandina hikûmeta Iraqê bi beşdarbûna hemû aliyan, biryarek bê dayîn.

Hate fêrbûn ku şandê Amerîka û şanda NYyê gotiye, Huseyn Şehristanî ji lîsteya wezareta petrolê hatiye dûrxistin û Adil E’bdulmehdî ku wek dostê kurdan tê nasîn dê bibe wezîrê petrolê. Her wiha nûneran gotiye bi xwesteka wan Nûrî Malîkî jî ji erkê serokwezîrtî dûr ketiye.

Li gorî zanyariyên ku ji cihê civînê gihîştine destê peyamnêrê Rûdawê, kurd dixwazin di hikûmeta nû ya Iraqê de cih bigrin û dixwazin para wan ji 4 wezaretê derkeve 5 wezaretan. Lê ev zanyarî heta niha bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.

Rudaw
Top