• Sunday, 15 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê nûçeyeke Livîn Press

Gulan Media September 9, 2014 Nûçe
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê nûçeyeke Livîn Press
Li nûçeyek de roja 07/09/2014 malpera Livîn Press belav kiriye ku qaşo Balyozê Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka li Bexda li peywendiyekî telefonî da li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê xistiye rû ku divê Kurd li ser daxwazên xwe yên li pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Bexda de sûrbûn û pêdagîriyê nekin.

Em ji bo raya giştî û hemû aliyekî radigihînîn ku ji bilî wê yekê ku ew nûçe helawestiye û dûre ji rastiyê, heman demî de peywendiyeke telefonî ya bi vî cûreyî nebûye û tu guvaşekî jî li holê da tûne.

Peyvdarek ji Ragihandina Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr
08/09/2014
Top