• Sunday, 15 February 2026
logo

Rêberê civata ruhanîya Êzîdiyan: Mesûd Barzanî li ser halê Êzîdiyan girîya

Gulan Media September 9, 2014 Nûçe
Rêberê civata ruhanîya Êzîdiyan: Mesûd Barzanî li ser halê Êzîdiyan girîya
Serokê civata ruhanî ya Êzîdiyan Baba Şêx got:´´kes ji ew hozên ereb ên cîranên me bênamûstir nîne ku me bawerî bi wan kir û bûne DAIŞ û destdirêjî li ser jin û keçên me kirin.´´ Herweha amaje bi wê yekê jî kir ku dema çûye bal Mesûd Barzanî , Barzanî li ser rewşa ku bi serê penaberên Êzîdî de hatiye, giriyaye.


Di çavpêkevtinekê li gel rojnameya Awêne, serokê civata ruhanî yê Êzîdiyan Baba Şêx libarê rewşa Şengalê û koçbûna Êzîdiyan aşkira kir ku ew fermande û berpirs dizanin ku bo çi Şengal bi bê ku fîşekekê biteqînin berdan, eger biçûna bihawara Şengalê weha lê nedihat.

Baba Şêx got: Heya niha me nedîtiye ku bi vî awayê nemêrxasî teqe li jin û zarok û biçûkan bête kirinê û ji bilindahiya çiya bavêjin xwarê û birevînin û desteser bê kirinê ev karesat di dîroka me de rû nedaye.

Mîrê Êzîdiyan got: Pêşmerge teqsîrî nekiriye lê em nizanin ew çi geme bû ji aliyê fermandeyên wan de hate kirinê ew kêtirxem bûn û karesat û nexweşî rû da, çima xiyanet çê bû ? em nizanin!.

Balkişand ser wê yekê jî, mîrê Êzîdiyan diyar kir ku ew dixwazin navçeyekî aram bo kêmîneyan bête damezrandin û ji aliyê hêzên navdewletî ve bê parastinê bi taybetî xelekekî zor hîna li çiyayê Şengalê mane û bi tundî berevaniyê dikin eger çekên baş di destê wan de hebê ewê Şengalê jî rizgar bikin.

Baba Şêx got: Ez gazindê li kesî nakim, dema çûm ba Kak Mesûd jî rihê min girt û giriya, ewên amadebûn hemû giriyan ewe karesatekî nexweş bû.

Ew jî aşkira kir û got: Di dunyayê de kes ji ew xêlên ereb ên cîranên me bênamûsti nîne ku me bawerî bi wan kir û bûn bi DAIŞ û dest dirêjî li mal û zarok , jin , keçên me kirin tiştek ji wê nexweştir nîne.
Top