• Sunday, 15 February 2026
logo

Dengdana li ser hikûmeta Ebadî hat paşxistin

Gulan Media September 8, 2014 Nûçe
Dengdana li ser hikûmeta Ebadî hat paşxistin
Çavkaniyekê ji Tevgera Sedir eşkere kir ku rûniştina îro ya Parlamentoya İraqê ku biryar bû li ser dengdana hikûmeta Ebadî were lidarxistin, bo sibe hatiye paşxistin. Heman çavkaniyê da zanîn ku dê rûniştina îro li ser hilbijartina komîteyên Parlamentoya İraqê be.

Li gor wê çavkaniyê, her kêlî rêkeftin û navên wezîran tên guhertin, herwiha Hevpeymaniya Kurdistanê jî gotibû ew nabin beşek ji hikûmeteke ku serfkirina meaşê 2 mehan ên fermanberên Herêma Kurdistanê red bike.

Hinek jêderên agahdar jî dibêjin, serkirdeyên Tevgera Sedir dixwazin Ehmed Çelebî ku namzetê postê wezîrê avadankirinê bû biguherin û parlamenterê ser bi Fraksyona Ehrar Nesîr Îsawî li şûna wî deynin.

Hinek endamên hevpeymaniya hêzên niştimanî jî ku partî û fraksyonên Suneyan li xwe digire, dibêjin ji beşdarbûna hikûmetê vekişiyane, ji ber nakokî di navbera wan û Şîeyan de hene û hê negehiştine rêkeftinekê.

Basnews
Top