Kurd li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê bi Amerîka û NYyê re rûdinên
Li gorî agahiyan Rûdawê, îro saet 15:00 li bajarê Silêmnaiyê hêz û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li Navenda Giştî ya Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dicivin, di civînê rayedarên Amerîka û NY jî beşdar dibin.
Di civînê de nûner û rayedarên 5 partiyên serekî yên Başûrê Kurdistanê (PDK, YNK, Gorran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî) beşdar dibin.
Li gorî wan agahiyên ku ketine destê Rûdawê, Alîkarê Serokê PDKê û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec û Mîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û berpirsekî pilebilind ê YNKê jî dê beşdarî wê civînê bibin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, hikûmeta Iraqê razî nebûye pere û bûdceya 8 mehên borî yên Herêma Kurdistanê ku dike 8 tirîlyon dînar (derdora 7 milyar dolar), bide.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ya Iraqê di civînekê de digel şanda Kurdistanî amadehiya xwe nîşan daye ku ji meha Îlona îsal (vê mehê) ve bûdceya Herêma Kurdistanê bê dayîn, bi wê mercê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî bi serê xwe neftê nefroşe her wiha rojane 125 hezar bermîl neft jî bide şîrketa firotina nefta Iraqê ya bi navê SOMO.
Pisporên hiqûqî dibêjin, ti bendeke Destûra Iraqê rê nade hikûmeta Bexdayê ku bûdce û mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê qut bike.
Jixwe Dadgeha Federal a Iraqê di dosyeya firotina nefta Kurdistanê de ku Bexdayê li dijî wê doz vekiribû, bi qezenca Herêma Kurdistanê biryara xwe dabû û ragihandibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare neftê bifroşe.
Rudaw
