Navên wan wezaretan eşkere bû ku Hevpeymaniya Şîe ya Iraqê dixwaze bide kurdan
Li gorî agahiyan, di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de wezaretên ku ji kurdan re hatine pêşniyarkirin, wiha ne:
Alîkariya Serokwezîr, Wezareta Darayî, Wezareta Rewşenbîriyê, Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Tûrîzmê.
Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, Adil Ebdulmehdî ku yek ji rayedarên Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê ye dê bibe Wezîrê Petrolê.
Serokwezîrê nû yê Iraqê Heyder Ebadî ku kesekî şîe ye divê heta 9ê Îlona îsal (sibê) hikûmeta nû ava bike.
Rudaw
