• Sunday, 15 February 2026
logo

Genel Energy fermanberên xwe vegerandin Kurdistanê

Gulan Media September 8, 2014 Nûçe
Genel Energy fermanberên xwe vegerandin Kurdistanê
Şirketa “Genel Energy” a taybet bi dîtin û berhem anîna petrolê, fermanberên xwe vegerandin Herêma Kurdistanê, piştî başbûna rewşa ewelkariyê.

Şirketê di daxuyaniyekê de ragihand ku, îro 8ê Îlûnê wê dest bi vegerandina hin ji fermanberên xwe bo ser kar li Herêma Kurdistanê kir, ligel başbûna rewşa ewlekariyê li navçeyên kar.

Genel Energy aşkere kir ku proseya berham anîna petrolê ki her du kêlgehên Teq Teq û Tawikê ranewstiya bû û niha ji her du kêlgehan rojane 234 hezar bermîl petrol tê berhem anîn.

Şirketa navborî diyar kir jî ku ji destpêka vê mehê ve, rojane 182 hezar bermîl petrol ji wan her du kêlgehan bi rêya boriyan bo Tirkiyê tê veguhestin.

Ji aliyek din ve Serokê Cîbicîkar ê Genel Energy, Tony Hayward di konfranskî rojnamevanî de ragihand ku, berhema şirketa wan niha gihştiye 400 hezar bermîl rojane li kêlgehên Herêma Kurdistanê yên ew lê wan kar dike.

Basnews
Top