Welatiyên Mesîhî piştgîriya hêzên pêşmerge dikin
Hijmareke welatiyên Mesîhî serdana mihwera Xazir kir.
Bo diyar kirina piştgîrî û herwiha pêşkêş kirina hevkariyên xwe bo hêzên pêşmerge, duh zêdetir ji 200 welatiyên Mesîhî bi Serokatiya heyeteke Abrîşeya Mûsil û derdorê serdana mihwera Xazir kir û ji aliyê berpirsê vê mihwerê Dr. Roj Nûrî Şawês ve hatin pêşwazîkirin.
Pişt re di civînekî de welatiyên Mesîhî destxweşî ji hêzên pêşmerge kirin û rola wan ya di warê parastina ser û malên welatiyan de bi girîng wesif kirin.
Welatiyên Mesîhî herwiha piştgîriya xwe bo hêzên pêşmerge diyar kirin û Serokê Abrîşeya Mûsilê Metran Betrus Muşî eşkere kir ku welatiyên Mesîhî pêşmere ji xwe dizanin û bi her awayî amadene hevkarî û piştgîriya hêzên pêşmerge bikin.
