HPG: Amerîka dixwaze derbeyekê li me bide
Fermandeyê Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser Çiyayê Şingalê dibêje: “Pilanek heye ku navçeyên di bin kontrola gerîleyan de wek navçeyên di bin desthilata DAIŞê de bê nîşankirin û bi rêya balafiran êrîş li ser wan bê kirin” aliyekî siyasî yê Kurd jî bi vê yekê tohmetbar kir, lê navê wî aliyî aşkere nekir.
Di hember de serkirdeyê kurdên êzdî li ser Çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo ji BasNewsê re amaje kir ku, ti hebûna çekdarên DAIŞê li ser Çiyayê Şingalê nîne û tenê Pêşmerge û PKK û xortên êzdî hene ku hejmara wan ji ya hemûyan zêdetire.
Şeşo got jî: “Amerîka wê yekê dizane û li ser Çiyayê Şingalê li ti hêzekê nade eger rûbirûyê DAIŞê bûbe.”
Navborî da zanîn jî ku, eger çek û pêwîstiyên temam ji wan re bên peyda kirin ew dê di heyama 48 demijmêran de azadiya Şingalê ragihînin û got: “Hejmara çekdarên DAIŞê gelek kêm bûe û tenê li navenda qeza Şingalê mane.”
Basnews
