• Sunday, 15 February 2026
logo

Pentagon: Operasyonên asmanî li dijî DAIŞê dê bidomin

Gulan Media September 7, 2014 Nûçe
Pentagon: Operasyonên asmanî li dijî DAIŞê dê bidomin
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) Chuck Hagel, ragihand ku parastina bendava Mûsilê ji Amerîkayê re pir girîng bû, lewra operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê yên wê derê hatin zêdekirin.


Îro Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) Chuck Hagel li Wezîrê Parastinê yê Gurcistanê re li paytext Tiblîsê hevdîtin pêk anî.


Piştî hevdîtinê, wezîrên derve yên her du welatan konferanseke rojnamevaniyê li dar xistin.


Di wê konferansê de Chuck Hagel ragihand: “Parastina bendava Mûsilê ji me re girîng bû, ji ber vê yekê jî me operasyonên xwe li dijî çekdarên DAIŞê yên li nêzîkî bendavê zêdetir kir, heta ku nikaribin ziyanê bighînin wê bendavê.”


Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê her wiha got: “Hevpeymaniya Amerîka li dijî terorê serkeftî ye û dê ew operasyon berdewam bibin.”


Hagel anî ziman ku armanca êrişên Amerîka li dijî çekdarên DAIŞê yên li Iraqê dabînkirina aramî û ewlehiyê ye.

Rudaw
Top