• Sunday, 15 February 2026
logo

Çekdarên Kurd ên nav DAİŞ’ê tên gulebaran kirin

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Çekdarên Kurd ên nav DAİŞ’ê tên gulebaran kirin
Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku baweriya DAİŞ’ê bi çekdarên Kurd nemaye yên di nav de û her doh hejmarek çekdarên Kurd gulebaran kirine.

Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Kurdistanê Merîwan Neqişbendî got: ‘’Ji destpêka îsal ve nêzîka 100 ciwan ji Herêma Kurdistanê çûne nav DAİŞ’ê û piraniya wan jî piştî dagîrkirina Mûsilê çûne, ji vê hejmarê jî 13 ji wan hatine kuştin ku temenê wan di navbera 14-25 salî de ye.’‘

Neqişbendî wiha axifî: ‘’Niha gumaneke zêde ji çekdarên Kurd tê kirin û wan bi wê yekê tohmetbar dikin ku alîkariyê didin dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê û dibên hinek jî bo vê mebestê hatine nav DAİŞ’ê, bi taybetî ji bo balefirên Amerîkî wan bombardiman bikin.’‘

Neqişbendî da zanîn ku her doh ji ber vê gumanê 5 çekdarên Kurd ên di nav rêzên DAİŞ’ê de bi awayekî hovane hatine gulebarankirin ku yek ji wan berpirsê mifrezeyekê bû di şerê ligel Hêzên Pêşmerge de û herwiha ji çekdarên din ên Kurd re gotine ku van xiyanet û karên nebaş kirine.’‘

Neqişbendî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Niha ji xeynî wêya nahêlin ku çekdarên Kurd bi Kurdî jî ligel hev biaxifin, hemû ketîbeyên ku Kurd di nav de bûne belav kirine û çekdar şandine nav ketîbeyên din. Psîkolojiya çekdarên Kurd ên nav DAİŞ’ê gelekî têk çûye û dibe ku evna jî dawiya wê be, ji ber berî niha bi moralî bilind ciwanên Kurd diçûn nav DAİŞ’ê lê niha gehiştine wê baweriyê ku cihê wan di nav de nîne.’‘

Basnews
Top