• Sunday, 15 February 2026
logo

Şiwanî: Ez bawernak im ti guhertinek di hizrê Şîeyan û siyasetmedarên wan de hatibe kirin

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Şiwanî: Ez bawernak im ti guhertinek di hizrê Şîeyan û siyasetmedarên wan de hatibe kirin
Parlamenterê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê radighîne ku heta niha rêkeftina dawî di navbera şanda Kurdî û Hempeymaniya Niştîmanî nehatiye encam dan û dibêje: “Ez bawernak im ku ti guhertinek di hizrê Hevpeymaniya Şîe û siyasetmedarên wan de hatibe kirin bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi taybetî.”

Xalid Şiwanî, parlamenterê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê, li ser pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêşhatên dawî, ji Rûdawê re ragihand: “Pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ji aliyê ewlekarî û siyasî ve di qonaxeke pir hestyar de derbas dibe, her çiqasî rewşa navxwe ya Iraqê bandora xwe li ser pêkanîna hikûmetê heye, hiqasî fakterên herêmî û navdewletî jî bandora xwe heye.”

Şiwanî dibêje: “Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) û Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê pir guvaşan li aliyên siyasî dike, bi taybetî jî li Heyder Ebadî da ku hevpeymaniyek bê ragihandin û ew hevpeymaniya han bibe carçove û bernameyeke siyasî vê hikûmetê piştre Palamento deng li ser bide.”

Xalid Şiwanî derbarê encamên danûstandinê derbarê pêkanîna hikûmetê got: “Li gor agahiyan min heta niha rêkeftina dawî di navbera şanda Kurdî û Hempeymaniya Niştîmanî nehatiye encam dan, ji ber ku heta niha nêrîn ji hev dûr in, ew dixwazin ku daxwazên Kurdan li gorî dilê xwe çareser bikin, lê Kurd bi vê yekê razî nabin.”

Ew parlamenterê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê dibêje: “Niha danûstandin berdewam in, ez bawer in ku her wek sala 2003yan kêşe bi guvaşa navdewletî û herêmî bên çareser kirin û di dawiya mohletê de ku (9ê Îlonê ye) hikûmeta bê ragihandin.”

Şiwanî dibêje: “Danûstandinên niha cudane ligel yên sala 2006 û 2010, lê ez bawernakim ku ti guhertinek di hizrê Hevpeymaniya Şîe û siyasetmedarên wan de hatiye kirin bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi taybetî, eqliyeta wan her heman eqliyete.”

Derbarê yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdî li Bexdayê, Xalid Şiwanê got: “Bi piştrastî Kurd yek deng in û bi şandek û bernameke siyasî yekgirtî çûne Bexdayê.”

Herwiha derbarê pêşeroja Kerkûkê jî Şiwanî ragihand: “Pêşeroja Kerkûkê girêdayî ye bi wan navçeyên ku niha ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tên parastin, welatiyên Kurd bi giştî û piraniya aliyên Turkimanî û hinek ji Erebanên wan navçeyan jî piştrastin bi ji pêşeroja xwe di hinderê parastina van navçeyên bin destê Pêşmerge, lê ya ku pêwîste û daxwaza me ye, ev rewşa ku heye, bikeve nava destûr û yasa û rêkeftin li ser bê kirin, da ku bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistabê.”

Rudaw
Top