• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞ xaniyên Kurdan li ser endamên xwe dabeş dike

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
DAIŞ xaniyên Kurdan li ser endamên xwe dabeş dike
Çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) û grûpên din yên çekdarî xaniyên welatiyên Kurdên devera Sediye bi ser endam û alîgirên xwe ve dabeş dikin.

Neqîb Telal Hemdan Efserê Artêşa Îraq`ê ragihand ku, çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) bi rêya tapoyên ku bi navê Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) li wê sîonrî dirust kiriye, xaniyên Kurdan bi ser endam û alîgirên xwe ve dabeş dikin.

Her weha got: Dabeşkirina xaniyan wek diyariyekê ji Ebo Bekir Bexdadî Xelîfeya Muslimanan û serkirdeyê yakem yê Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) ye.

Nahiya Sediye bi dûrî 4 Kîlometran dikeve Rojavayê bajarokê Celewla û yekek ji deverên Kurdistan`ê yê bajarê Diyale ye, lê di dema niha de li jêr destê çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) de ye ku Kurdan ji ber hêrişên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) vala kiriye.

Efserê Artêşa Îraq`ê behsa wê yekê kir ku, ligor biryara Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) wan dest girtiye bi ser hemû xanî, serwet û samanê Kurdên akinciyên devera Sediye.

Xendan
Top