Şandeya Kurdistanî wezaretên ku Ebadî dabû kurdan, red kir
Ev çend roj in hevdîtin û civînên şanda Herêma Kurdistanê bi hêz û aliyên siyasî yên Iraqê re li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê didomin.
Berdevkê şanda Kurdistanî Firyad Ruwandizî di daxuyanîyekê de ragihand, ku heta niha serokwezîrê nû yê Iraqê Heyder Ebadî hinek wezaretên mîna alîkarê serokwezîr, wezaretên Darayî, Koç û Koçberan û Tûrîzmê daye Herêma Kurdistanê lê wan ev yek qebûl nekirine.
Ruwandizî da zanîn, ku tenê Wezareta Koç û Koçberan ji aliyê şanda kurdî ve hatiye pejirandin û yên din jî hatine redkirin.
Li gorî Ruwandizî, heta niha ti pilan û mekanîzmeke Ebadî ji bona bicîhanîna daxwaziyên kurd ên derbarê bûdce, mûçeyê Pêşmerge û madeya 140 a Destûra Iraqê tine.
Firyad Ruwandizî anî ziman, ku eger bersiva daxwaziyên wan neyê dayîn, tevlî hikûmetê nabin û dê ji wan re bêjin: “Hûn li mala xwe em li mala xwe.”
Rûdaw
