Serokwezîrê berê yê Fransayê pêşniyara konferenseke navdewletî dike
Li bajarê Hewlêrê, Franswa Fîyon serokwezîrê berê yê Fransayê di preskonferensekê de ku, hijmareke parlamenterên parlamentoya Fransayê jî pê re bûn, got ku, ew piştevaniya helwesta hikûmeta welatê xwe biçekdarkirina hêzên pêşmerge ji bo berhingarbûna terorîstên rêxistina Dewleta Îssamî ku, bi DAÎŞ tê naskirin, dike.
Fîyon daxwaz ji dewletên herêmî û civaka navdewletî kir ku, destê alîkariyê bo herêma Kurdistanê dirêj bikin ji ber ku, rêxistina terorîstiya DAÎŞ ji bo ser hemû cîhanê, ne bi tenê ji bo herêma Kurdistanê, metirsîye. Wî dilgiraniya xwe li hember wê yekê nîşan da ku, bi sedan hevwelatiyên fransayî di nav rêxistinêna terorîstî de hene.
Serokwezîrê berê yê Fransayê daxwaz ji kompaniya û dêrên Fransayê kir ku alîkariya mesîhîyên koçberî herêman Kurdistanê bûne bikin û di heman demê de daxwaz ji mesîhîyên îraqî kir ku, ji welatê xwe dernekevin. Wî pesna rola hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê alîkarîkirina koçberna de kir û got: ”Li hemebr wê piştevanî û alîkarîya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşîm koçberan kiriye mirov ecêbmayî dimîne.”
Çek bi awayekî taste-rast bigehe pêşmerge
Di preskonferensê de, serokwezîrê berê yê Fransayê daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir ku, di warê leşkerî de zêdetir alîkariya herêma Kurdiustanê bike û bi awayekî dîrekt çek û cebilxane bi pêşmerge bide”rewş wê yekê dixwaze ku bê texîrbûn baştirîn cure çek bigehe Kurdistanê”
Fîyon, herwesa, di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya La Figaro, got ku, divê bersiveke bihêz ji terorîstan re bê dan û ew li tixûbên Kurdistanê bên rawesandin, eger ne wesabe dê şerê terorê bigeke Stenbul, Frankfort, Parîs û Londonê jî. Wî pêşniyara pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî bi serperiştiya Neteweyên Yekgirtî kir ku, wê hevpeymaniyê mafê encamdna êrîşên bejeyî jî hebe,
