• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîkayê pilana xwe ya ji nav birina DAIŞê aşkere kir

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Amerîkayê pilana xwe ya ji nav birina DAIŞê aşkere kir
Rayedarên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka roj bi roj rîtm a daxuyaniyên xwe li hember rêxistina Dewleta Îslamî ya radîkal ku li seranserê cîhanê bi navê DAIŞê êdî tê naskirin, tundtir dike û armanca xwe jî bo ji nav birina wê rêxistinê zelaltir dike.

Di civîna hevpeymaniya NATOyê de, ku pêr li Walesê li Berîtanyayê dest pê kiribû, Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand ku ew di hewla pêkanîna “hevpeymaniyeke sereke” ya navdewletî de ne bo ji nav birina rêxistina DAIŞê, di vê barê de jî wezîrên Amerîka, Berîtanya, Fransa, Keneda, Elmanya, Australya, Tirkiyê, Îtalya, Polanda û Danîmark civiyan bo danana stratejiyekê bo rûbirûbûba rêxistina DAIŞê, ya ku dest daniye li ser rêjeyeke berçav ji axa Sûriyê û Iraqê.

Duh, 5ê Îlûnê, Barack Obama ragihand ku, wek çawa welatê wî şerê rêxistina Qaide û grûpên çekdar ên li Somalê kiriye, dê şerê DAIŞê jî bike û wê qelis bike heta di dawiyê de wê ji nav bibe.

Obama di konfransekî rojnamevanî de bêtir pilana Amerîkayê ya demdirêj di rûbirûbûna DAIŞê de aşkere kir û got: “Di destpêkê de dê wan vegerînin cihên wan û rûbera hebûna wan kêm bikin, bi awayekî sîstematîk karîn û şiyana wan qelis bikin, serkirdeyên wan bikujin, bi derbasbûna demê jî wê, DAIŞ, karînin xwe ji dest bixe û êdî dê nikaribin karên terorî encam bide” heta bi vî awayî dawiya wê rlxistinê bînin.

Navborî rijd bûna welatê xwe li ser ji nav birina DAIŞê anî ziman û tekez kir ku, di dawiyê de ewê armanca xwe pêk bînin, weka çawa li rêxistina Qaidê kirin.

Ji aliyê xwe Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Jon Kerry bêrit pilana welatê xwe, di nehiştina DAIŞê de, zelal kir û ragihand ku, ew dê ligel hevpeymanên xwe hewil bidin ku rê li berfirehebûna pêgeha DAIŞê li Iraq û Sûriyê bigirin, lê ew ti hêzek bejayî bo wê mebestê naşînin.

Li gor daxuyaniyên rayedarên amerîkî, dê ew operasyonên xwe yên ezmanî, ku di naverasta meha borî de li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dabûn dest pê kirin, berdewam bike, bi vê yekê dê bi rêya hêzên bejayî rûbirûyê DAIŞê nebe.

Chuck Gagel, ku wezîrê bergirî yê Amerîkayê ye, balkişande li ser hevpeymaniya ku welatê wî ligel 10 welatên din pêk aniye, dê bingeha sereke be bo pêkanîna hevpeymaniya herî mezin bo rûbirûbûna DAIŞê be.

Piştî ku di destpêka Nîsana sala 2013an de çekdarên DAIŞê dest danîne ser parêzgeha Reqayê li Sûriyê û li wê de çekdar ji xwe re perwerde kirin û sûd ji krîza Sûriyê kir di bihêzkirina rêzên xwe de, di dawiya heman salê de karî pêgehek xwe li Iraqê û bi taybetî li parêzgeha Enbarê çê biek, piştî ku hikûmeta Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî bi rêya hêzên leşkerîn bersiav daxwazên xwepêşnderên Sine li wê deverê da.

Di 9ê Hezîrana borî de û pişît ku hêzên artêşa Iraqê ji Mûsilê vekişiyan, çekdarên DAIŞê Mûsil jî girtin û piştî wê bi 2 rojan heman senaryoyê reva hêzên iraqî li Tirkrîtê jî pêk hat û DAIŞê ew bajar jî girt û dewleta xwe ya bi navê “Dewleta Îslamî” pêk anî û rêberê wê rêxistin Ebû Bekir Beexdadî wek “Xelîfeya misilmanan” da zanîn û ragihan ku pêwîste hemû misilman dilsoziyê ji navborî re ragihînin.

Di 3yê Tebaxa borî de çekdarên DAIŞê avêtin li ser bajarokê Şingalê û ew navçe dagîr kirin û dest bi kokujiyan kirin, vê yekê kir ku aliyên navdewletî bi taybetî Amerîka û Fransa û Elmanya dest bi şandina alîkariyên leşkerî bo Pêşmergeyên Kurdistanê bikin, ligel encamdana operasyonên ezmanî ji aliyê balafirên şer ên amerîkî ve li dijî pêgehên DAIŞê li wê navçeyê û çend navçeyên din jî, ev yek jî wek destpêka hewlên navdewletî bo ji nav birina DAIŞê tê hejmartin.

Basnews
Top