• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Başîkê terorîstên DIŞIê rastî şikesteke dijwar hatin

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Li Başîkê terorîstên DIŞIê rastî şikesteke dijwar hatin
Duh hêzên pêşmerge li mihwera Başîk êrîşî terorîstên DIŞIê kir û hijmareke zêde terorîst kuştin.

Di vê derbarê de li devera Başîkê hat eşkere kirin ku duh hêzên pêşmerge li mihwera Başîkê ji çar aliyan ve êrîşî terorîstên DIŞIê kirine û derbeke dijwar li wan xistin.

Çavkanî eşkere kir ku di encama êrîşên hêzên pêşmerge de bi dehan terorîstên DIŞIê hatine kuştin û terorîst neçar mane ji deverê birevin û du tirimbîlên terorîstan jî hatine şewtandin.
Top