John Baird serî li mihwera Xazir da
Wezîrê derve yê Kanadayê serdana mihwera Xazirê kir.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê de Duh wezîrê derve yê Kanadayê serdana mihwera Xazir kir û ji aliyê berpirsê vê mihwer Dr. Roj Nûrî Şawês ve hate pêşwazîkirin.
Baird di vê serdana han ya meydanî de ji nêz ve ji rewşa hêzên pêşemrge yên Kurdistanê pirsî û pişt re di peyvekî de behsa rola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê kir.
Baird eşkere kir ku hêzên pêşmerge karîne bi awayekî qehremanan şerê terorîstên DIŞIê bikin.
Nav hatî di dawiya axaftinên xwe de hêviya serkeftinê ji hêzên pêşmerge yên Kurdistanê re xwest.
